Çeteyan li Efrînê Girê Kitixê yê dîrokî wêran kir

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî nebes in, kirinên talan û wêrankirina şaristana herêmê jî rojane hene û herî dawî çeteyên Tirkiyê girê Kitix ê kevneşopî wêran kir.

Malpera Afrin Post ragihand ku dewleta Tirk li navçeya Mabata, girê Kitix ê kevneşopî wêran û talan kir.

Berî niha jî, rêveberiya kevneşopiyên Efrînê, wêrankirina 75 gir û 28 cihên dîrokî, ku di nav de yên ola Êzidî jî hebûn, belge kirine.

200 darên zeytûnan hatin birîn

Xwezaya Efrînê jî para xwe ji van kirirnên hovane hebû û li gorî heman çavkaniyê dagirkeran 200 darên zeytûnan birîn.

Back to top button