Li Londonê bi deh hezaran li dijî tundiya çeteyan û polîsan meşiyan

Polîtîkayên hikumeta Brîtanya ya li dijî koçberan rastî bertekên tund tên.

Piştî kuştina ciwanê Kurd Alî yê 17 salî, bi deh hezaran xelkê Londonê daketin qadan.

Di navnîşana xwepêşadanan de hêrsa li dijî hikumeta welat hebû.

Bakurê Londonê her roj bi kuştinê, talankirinê, narkotîkê û bûyerên birîndarkirinê di rojevê de ye.

18’ê Hezîranê ciwanekî Kurd Alî Baygoren ê 17 salî bi kêrê hate kuştin ku vê yekê êdî sebra mirovan fûrand.

Zarokekî 15 salî weke kujerê Alî hate girtin, lê belê civak nerazîbûnê nîşan dide û dibêje ku berpirsyarê esasî yê van kuştinan dewlet û polîs e.

Meclîsa Gelê Kurd, Day-Mer, Gîk-Der, rêxistinên Elewiyan, komeleyên xwecihî jî di nav de Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi dirûşma “Na ji çetebûnê re” bang kir û li ser vê bangê bi deh hezaran kes li pêşiya Stadyûma Tottenhamê li hev civiyan.

Girseya gel bi dirûşmên “Kujer dewlet, kujer polîs”, “Li dijî çeteyan mil bi mil”, “Bêdeng nebe, wê dor bê te” ber bi Navenda Polîsan a Metropolîtan a li Edmontonê ve meşiya.

Li pêşiya korteja ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bavê Alî yê hate qetilkirin Îbrahîm Baygoren cih girt.

Bi pankartan işaret bi kuştinên bi kêrê hate kirin û nerazîbûn ji nêzîkatiya polîs û hikumetê ya li hemberî koçberan hate nîşandan.

Girseya gel rê hemû girt û li herêma Angel Cornerê bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist.

Çalakger dema gihîştin ber Stasyona Polîsan a Metropolîtan, bi dirûşma “Kujer dewlet, kujer polîs” rêveberî şermezar kirin.

Li vê derê nûnerên saziyan axivîn û diyar kirin ku çavkaniya esasî ya xemsarî û neçareseriya mijara çeteyan, dewlet, hikumet û polîsên Îngilîz e û bi bîr xistin ku bûyerên bi vî rengî bi giranî li deverên ku piraniya şêniyên wan koçber in, diqewime.

Piştî axaftinan şandeyek ji rêxistinên civakî yên demokratîk bi rayedarên navenda polîsan re hevdîtin kir.

Di dema hevdîtinê de jî girseya gel li pêşiya qereqolê çalakiya şermezarkirinê dewam kir.

Back to top button