Ji 6 welatan careke din piştevaniya ji bo Îsraîlê

Di şerê Îsraîl-Hemasê de, 6 welatan careke din piştevaniya xwe ya ji bo Tel Evîvê ragihandin.
Di daxuyaniya hevpar ya hate dayîn de, ji bo êrişên Îsraîlê weke parastina mafê rewa hate gotin.
Her wiha banga parastina sivîlan jî hate kirin.

Serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Îngilîstanê daxuyaniyeke hevpar dan û careke din piştgirî dan Îsraîl û mafê xweparastinê yê Îsraîlê.

Di binê daxuyaniya hevpar de, îmzeya lîderên welatên navbûrî heye.

Lîderan serbest berdana herdu dîlên Amerîkî yên ji aliyê Hemasê ve bi keyfxweşî pêşwazî kirin û daxwaza berdana dîlên din jî hate kirin.

Di daxuyaniya hevpar a li ser malpera Koşka Spî hatî weşandin de wiha hate gotin:

“Rêberan piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê û mafê wê yê parastina xwe li dijî terorîzmê dubare kirin.

Di heman demê de banga rêzgirtina ji qanûnn mirovî yên navdewletî, di nav de parastina sivîlan kirin.”

Li nava YE helwesteke yekgirtî nîne

DYA jî di nav de 6 welatan der barê şerê Îsraîl-Hamasê de daxuyaniyeke hevpar dan, lê hîna jî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê şer de daxuyaniyek hevpar derneketiye.

Ajansa nûçeyan a Almanî DPA diyar kir ku nakokiyên di navbera welatên YE de nayên çareserkirin û beriya civîna wezîrên derve were lidarxistin, di navbera dîplomatan de cudahiyên girîng hene.

Di dema ku welatên wek Almanya û Macaristanê êrîşa dijber a artêşa Îsraîlê wek xweparastin dibînin, welatên wek Spanya, Îrlanda û Belçîkayê kiryarên Îsraîlê yên li Xezaya di bin desthilata Hemasê de rexne dikin û daxwaza agirbesteke mirovî dikin.

Îsrara partiyan li ser helwestên xwe nîşan dide ku ne hêsan e ku lihevhatin pêk were.

YE herî dawî hefteya borî li ser daxuyaniyekî danezana hevpar lihev kirin.

Di nivîsê de hat diyarkirin ku Hamas û êrîşên wê yên hovane û keyfî yên li seranserê Îsraîlê bi tundî hatin şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê Îsraîl mafê xwe yê parastinê “li gorî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mafê mirovan ya navneteweyî” bi kar bîne û parastina hemû sivîlan bike.

Balkêşe ku qet behsa banga agirbestê ya Serokê Spanya Pedro Sanchez vê dawiyê kirî nehat kirin.

Şerê Îsraîl-Xeza: Alîkariya mirovî derbasî Xezayê bû

Back to top button