YE tîmên rizgarkirinê dişîne Bakurê Kurdistanê

Piştî erdhej û encamên wê ya giran, ji welatên rojava û rojhilat peyam hatin dayîn.
Hemwextî hişyariyan peyama şandina alîkariya bo Tirkiyê hate dayîn.
YE ji bo mexdurên erdhejê yên li Sûriyê jî wê alîkariyê bike.

Erdheja li Bakurê Kurdistanê, ziyaneke mezin li pey xwe hişt.

Ji ber jimara zêde ya mirî û bîrîndaran ji welatên rojava û rojhilat peyamên sersaxiyê hatin.

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell û Berpirsiyarê Rêveberiya Krîzê Janez Lenarchich li ser mijarê daxuayniyek dan.

Berprisan diyar kirin ku piştî erdhejê tîmên hawarçûnê, lêgerîn û xilaskirinê yên Yekîtiya Ewropayê seferber bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mekanîzmaya Parastina Sivîl hatiye aktîfkirin.

Hat ragihandin ku ji Bulgarîstan, Croatia, Çekya, Fransa, Yewnanîstan, Hollanda, Polonya û Romanyayê 10 ekîbên lêgerîn û rizgarkirina bajêr seferber bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îtalya û Macarîstanê jî alîkariyê pêşkêşî Tirkiyeyê kirine.

Ji bo xizmetên nexşeya acîl jî pergala peyka Kopernîcus a Yekîtiya Ewropayê hat aktîfkirin.

Hat diyarkirin ku YE jî wê bi bernameyên alîkariya mirovî piştgiriyê bide kesên ku ji erdheja li Sûriyeyê zirar dîtine.

Amerîka: Em ji şandina alîkariyê re amade ne

Şêwirmendê Ewelekariya Netewî yê Amerîka Jake Sullivan jî bi peyamenê sersaxî xwest û eşkere kir ku ew ji her alîkariyê re amade ne.

Rûsya sersaxî ji Tirkiyê re xwest

Ji welatên rojhilat jî li ser hev peyamên sersaxî û alîkariyê hatin dayîn.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Rûsya de hatî weşandin, Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsya ji bo şandina tîmên lêgerîn û xelaskirinê amad ye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî peyama sersaxiyê bo gelên Tirkiyê da.

Çînê jî bi rêya Wezareta Karê Derve peyamek weşand û ji gelê Tirkiyê re sersaxî west.

Her wiha, Pakistan, Hindistan, Azerbeycan, Ermenîstan û gelek welatên din yên rojhilat li ser peyv peyamên sersaxiyê weşandin.

Ji Afrîka peyama bo mexdurên erdhejê

Ji parzemîna Afrîka jî peyamên xemgîniyê hatin dayîn.

Misir, Somalî, Etiyopya û Gambiya ji welatên despêkê li ser erdhejê peyama sersaxiyê weşandî bûn.

Back to top button