Sergey Lavrov û Fuad Hisên li ser civînê daxuyaniyek dan

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Derve yê Iraqê re li Bexdayê civiyan û piştî civînê daxuyaniyek dan.

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku danê siharê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên, li Bexdayê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiyaye.

Piştî civînê Lavrov û Fuad Hisên daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên diyarkir ku wana di civînê de behsa ewlekarî, aborî, peywendiyên navbera Rusya û Iraqê de herwiha behsa kompanyayên neft û gaza Rusyayê hate kirin.

Her wiha Fuad Hisên got Iraq dixwaze di navbera Ukrayna û Rusyayê de agirbest were îlankirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Lavrov jî axivî û diyar kir ku divê peywendiyên Moskova û Bexdayê ji cezayên Welatên Rojava were dûrxistin.

Back to top button