Karkerên li bajarê Esfehan û Ehwazê daxwaza mafê xwe dikin

Serhildana gelên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzîkî 5 mehin berdewam e.
Gef û êrişên dewleta Îranê nikare pêşî li hêrsa gel bigre û dawî li Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bîne.
Tevî ku dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê serî li her cure rê û rêbazan dide jî lê biryara gel ya ji bo azadiyê pir zelale.

Xwepêşandan û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku di 16’ê Îlona sala 2022’yan de destpêkir, nêzîkî 5 mehan e berdewam dike.

Tevî kuştin, girtin, êşkence, cezayên bi darvekirinê û gulebaranên raste rast yên hêzên dewleta Îranê jî gel hîna li kolananin û bi şêweyên cuda cuda çalakî berdewamin.

Di vê çarçoveyê de, duh li bajarê Abdanan ê parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, malbatên xwepêşanderên girtî li ber Dadgeha Abdanan kombûn û daxwaza berdana girtiyan kirin.

Hêzên dewletê ji bo belavkirina malbatên girtiyan, şîdetek tund bikaranî û êrişî malbatan kirin.

Heman demê de li bajarê Êsfehan û Ehwaz jî gelek cotyar û karker ji ber bi cih neanîna daxwazên wan, dest bi meş û grevê kirin.

Polîsê fermana êrişa li dijî çalakgeran qebûl nekir 5 sal ceza lê hat birîn

Li aliyê din dewleta Îranê 5 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polîsê bi navê Kemal Ebdula Zade ku êrişa li ser welatiyan red kiribû birî.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanan ve, nêzî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 64 jê zarokin û 39 jî jinin.

Di serhilanê de nêzî 500 kesî ji aliyê dewletê ve hatine kuştin

Her wiha li gorî nuçeya ajansa Heranaş, di dirêjiya xwepêşandanan de nêzîkî 20 hezar kesan hatine biçavkirin û 4 xwepêşander jî ji aliyê Desthilatiya Dadgeha Komara Îslamê ve hatine bi darvekirin.

Dewleta Îranê a ku bi girtina hezaran xwepêşandêr girtîgeh tijî kirine hewil dide bi rêbazên cuda teslîmiyetê li ser wan ferz bike.

Dewleta Îranê hewil dide teslîmiyetê li ser girtiyan ferz bike

Gorî medyaya dewletê, serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamênêyî, diyar kiriye ku li beramberî qebûlkirina teslîmiyetê ji aliyê xwepêşandêran ve ji bo wan efû wê were derxistin.

Ev yek jî bi eşkereyî radixe ber çavan ku dewleta Îranê naxwaze guh bide daxwazên gel û di desthildatiya xwe de bi îsrare.

Hêjayî bibîr xistinêye ku berî vê jî dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildan ‘Jin Jiyan Azadî’ serî li gelek rê û rêbazan daye, lê gel di daxwaza azadiyê de bi îsrarin

Back to top button