Artêşa dagirker doh şev careke din bi hevkariya PDK’ê êrişê Kurojahro kir

Li Zap û Avaşîn şereke dijwar rû dide.
Artêşa dagirker doh careke din bi helîkopteran êrişî Kurojahro kir.

Helîkopterên dewleta Tirk a dagirker doh derengiya şevê , ji aliyê herêmên girêdayî PDK’ê êrîşê Kurojahroyê kirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gerîla bersiv dide êrişên dagirkeran û şer heta sibê berdewam dike.

Heman çavkaniyê ragihand ku li xeta Girê Rûbar jî liv û tevgera helîkopterên dagirkeran zêde dibe û gerîla mudaxeleyê tevgera helîkopteran dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG: Li herêma Werxelê ya Avaşînê 8 dagirker hatin cezakirin

Ji aliyeke din gerîlayên azadiyê li Zap û Avaşînê derbên giran li artêşa dagirker dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên YJA-Starê li herêma Werxelê ya Avaşînê li dijî artêşa dagirker çalakiyek pêk anîne.

Di encama vê çalakiyê de 8 dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûn e.

Back to top button