Li Yemenê 12 jin û zarokek hatin kuştin û birîndarkirin

Li Yemenê, 12 jin û zarokek ku li daweteke jinan bûn, bi êrîşeke Hûsyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Derengiya şevê din, komên Hûsiyan holeke dawetê ya jinan li parêzgeha Hudeydayê ya rojavayê Yemenê bi topan kir armanc.

Di encamê de weke bîlançoya seretayî, 5 jin hatin kuştin û 7 jin jî di nav de 3 zarok, hatin birîndarkirin.

Wezareta Ragihandina Yemenê diyar kir ku ev komkujiya ji aliyê Hûsiyan ve pêk hatiye, rêbazê wan ê rijandina xwînê raber dike.

Wezaretê her wiha bang li civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe ya li dijî van binpêkirinan derkeve.

Back to top button