QSD: 27 Çete û Leşker hatin kuştin

Helwesta gel û şervanan a li dijî dagirkeriya dewleta tirk berxwedane.
Şervanên QSD’ê jî di çarçorveya parastina mafê xwe yê rawa de bersiva êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê dide.
QSD’ê ragihand ku di encama 24 saetên dawiyê de zêdeyî 27 çete hatine kuştin, tankek û 2 wesayîtên leşkerî hatine teqandin.

Ev 29 rojin li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya dagirkirina xaka bakurê Sûrî berxwedana Rûmetê lidare.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 24 saetên dawî ya êrîşên dagirkerya dewleta tirk û çeteyên eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê:

Eniya Til Temir

Dewleta Tirk a dagirker li eniya Til Temir bi çekên giran û balafirên bê mirov ve êrîş bir li ser gundên Menacîr, Ehras û Erîşa.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrîşên dagirkeriyê û herî kêm 12 çete hatin kuştin.

Li eniya Zirganê

Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wî êrîş birin li ser gundên Xeşîm Zirgan, Inq el-Hewa û Til el-Hemîd.

Şervanên QSD’ê bersiv da êrîşên dagirkeran û di encam de herî kêm 9 çete hatin kuştin û tangek û wesayîtek bi BMP jî hate teqandin.

Li eniya Eyn Îsayê jî şerekî giran di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk de li gundên Genterî, Şêrgirakê rû da.

Di encam de 6 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku di nava 24 saetên dawiyê de li tevahiya eniyan zêdeyî 27 çete hatine kuştin, tankek û 2 wesayîtên leşkerî jî hatine teqandin.

QSD’ê dazanîn ku di encama van şeran de 14 şervan şehîd û 13 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button