Di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de endamekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li çolistana Başûrê Dêra Zorê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de endamekî hikumetê hat kuştin, li gundewrê Idlibê jî hêzên hikumetê deverên çeteyan topbaran dike.
Li Deraayê jî di encama teqîna mayînekê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li çolistan Sûrî tevger û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumetê zêde dibe.

Li herêma Cebel El-Beşrî ya li çolistana başûrê Dêrazorê, di seatên dawî de çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir

Çavdêriya Şûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encamê de endamekî hêzên hikumetê hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê diyar kirbû ku duh di armanckirin çateyên DAIŞ’ê endamên “Feyleqa 5`an” li gundewarên rojhilatê Hemayê de 2 endam hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Ji Adara 2019’an heya niha di êrîşên DAIŞ’ê de hezar û 390 endamên hêzên hikumetê û alîgerên wê hatin Kuştin.

Her wiha 936 ji çeteyên DAIŞ’ê jî hatin kuştin

Li Dera di ecama teqîna mayînekê de du zarokan jiyan xwe ji dest dan

Li parêzgeha Dera ya di bin serweriya Hikumeta Şamê de ne aramî lê serwer e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku li taxa El-Minşiyê ya Dera di teqîna teqmeniyekê de du zarok jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li herêma Til Cimoi ya li rojavayê gundewarê Dera du ciwan di encama êrişeke ji hêla kesên ne nas de hatin birîndar kirin.

Back to top button