Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber aocalan hatiye qelskirin, lê belê bi temamî nehatiye pûçkirin û bi dawî kirin.
Kalkan bang kir ku ji bo têkbirina komployê divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Doran Kalkan têkildarî salvegera 21. ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji Ajansa ANF’ê re axivî.
Duran Kalkan “şehîdên kes nikare roja me tarî bike” bi bîr anî û berxwedana gelê kurd û kesên azadîxwaz, silav kir.
Kalkan diyar kir ku komploya nevneteweyî bi fermana Serokê DYE’yê wê demê Bêl Clînton û piştgiriya Brîtanya û Îsraîlê ji bo tunekirina gelê Kurd pêk hat.
Duran Kalkan: Hêzên komploger îmhakirina Ocalan dan ber xwe
Doran Kalkan diyar ku komploya navneteweyî weke plana tunekirina Rêber Ocalan bi nav kir û destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna gelan ev yek, pûç kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku dewleta Tirk xwest ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve Rêber Ocalan têk bibin, ji ber vê yekê di siyaseta xwe ya li dijî gelê kurd her cure rêbaz meşandin.
Duran Kalkan: DYE û NATO komployê bi destê AKP’ê dimeşînin
Kalkan da zanîn ku ji ber hêzên komploger hatin valaderxistin, êdî faşîzma AKP’ê û MHP’ê dewr girt.
Kalkan destnîşan kir ku AKP’ê bi piştgiriya DYA û NATO ‘yê bi rengê îdeolojîk, leşkerî, siyasî û aborî, bi her awayî êrişî destkeftiyên gelê kurd dike.
Duran Kalkan: Komplo encamê pirsgirêka Kurdan e
Kalkan destnîşan kir ku komploya navneteweyî êrîşek e ku yekser peywendiya wê bi pirsgirêka Kurd re heye û got:
“Komploya navneteweyî, êrîşa ji bo dewamkirina qirkirina Kurdan e.”
Duran Kalkan: Komlo qels bûye lê têk neçûye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Doran Kalkan ji bo têkbirina komployê, ev bang kir:
Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de, divê gel û dostên me li ser rastiya komployê rawestin, li ser rêbazê rexne û rexnedayînê kar û xebata xwe, bi pêş bixe.