Qibris: Tirkiye xebatên çareseriya aloziya Lîbyayê, asteng dike

Hikumeta Qibrisê jî, astengkirina xebatên çareseriya aloziya Lîbyayê bi destwerdana Tirkiyê ve girêda, nemaze piştî jimara çeteyên wê li wir zêde bûye.

Wezîrê derve yê Qibrisê diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê ne tenê aramiya Lîbya, lê belê aramiya herêmî û Ewropî jî têk dibe.

Wezîrê Qibrisî teqez kir, ew ê bi Siûdiyê re kar bikin û aramî û ewlehiya herêma Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh xurt bikin.

Li gorî wezareta derve ya Qibrisê, biryara dewleta Tirk a belavkirina hêzên xwe li Lîbyayê, şer zêdetir gur dike û li pêşberî xebatên civaka navdewletî bo pêkanîna çareseriyekê dibe asteng.

Wezareta Qibrisî her wiha, metirsiya xwe ji herikîna çeteyan anî ziman, ku tiştê dihêle ew zêdetir nîgeran bibin, zêdebûna jimara çeteyên Tirkiyê li Terablusê ye.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, dewleta Tirk heya niha zêdetirî 2 hezar û 500 çeteyên xwe ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve şandine.

Back to top button