Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê: Ji ber berf û sermayê, 2 rojan dibistan tên girtin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, ji ber rewşa hewayê 2 rojan dibistanan digire.

Hevserokatiya Desteya Perwede û Fêrkirinê ya Kantona Hesekê û Qamişlo daxuyaninek nivîskî belav kir.

Di Daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ji ber serma û barîna berfê, roja yekşem û duşemê ji bo tevahî dibistanên Herêma Cizîrê bêhnvedan e.

Hevserokatiyê diyar kir ku piştî van du rojan divê her kesê di desteya perwerdê de li ser karê xwe bin.

Her wiha nûçegihanê me ji Herêma Firatê ragihand ku ji ber rewşa hewayê ya sar dibistan tên girtin.

Li gelek derverên ku berf bariyaye tevgera jiyanê li nava bajar rawestiyaye û dikandaran dikanên xwe venekirine.

Back to top button