Çeteyan 6 sivîl ji gundewarê bajarê Babê revandin

Li gundewarê bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 6 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Li gorî agahiyan, çeteyên koma “Mertala Firatê” ya girêdayî dewleta Tirk ên ku li gundê Şêx Nasir ê bajarê Babê hatine bicihkirin, 6 sivîl revandin.

Çavkaniyan diyar kirin ku kesên hatine revandin ji gundê Qert Wêran ê rojhilatê Babê ne ku di nav zeviyên xwe yên zeytûnan de dixebitîn.

Navên kesên hatine revandin ev in:

Ebdulkerîm El-Ebûd.

Elî El-Casim El-Ebûd.

Mihemed Elî El-Ebûd.

Mehmûd El-Mele.

Hemûdê Ehmed El-Elî yê 11 salî.

Hate diyakirin ku heta niha çarenûsa kesên hatine revandin nayê zanîn.

Leave a Reply

Back to top button