Rêjîma Sûriyê: “Herêma Ewle” ya ku dewleta Tirk dixwaze ava bike nayê qebûlkirin

Rêjîma Sûriyê got, “Herêma Ewle” ya ku dewleta Tirk dixwaze li Bakurê Sûriyê pêk bîne qet nayê qebûlkirin û daxwaza Tirkiyê ew ku bi darê zorê şêniyên herêmê koçber bike.

Aliyek berpirsyar di Wezareta Karên Derve ya rêjîma Sûriyê de, têkilardarî axaftina Erdogan ya di rûniştina navnetewî ya derbarê penaberan de axivî.

Aliyê berpirsyar destnîşan kir ku Erdogan bi derewan dixweze piştgiryeke navdewletî ji projeyên xwe yên di herêmê de bigire.

Aliyê berpirsyar got:

“Daxwaza Erdogan ya derxistina petrola Sûriyê planên wî yên dagirkerî û binpêkirina qanûnên navdewletî derdixe holê.

Daxwaza Erdogan ew ku şêniyên bakurê Sûriyê bi darê zorê ji warên xwe koç bibin, ji bo paşê mijara vegera pernaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin bike rojevê û ji xwe re weke kaxezekê bi karî bîne.”

Aliyê berpirsyar di Wezareta Karên Derve ya rêjîma Sûriyê de diyar kir ku rêjîma Sûriyê berteka xwe derbarê beşdarbûna Erdogan di rûniştina navnetewî ya têkildarî penaberan da aniye ziman.

Leave a Reply

Back to top button