Dewleta Tirk Li Efrînê 7 kes hatin revandin

Kirinên hovana yên dewleta tirk a dagirker li Efrînê didome, çeteyên dewleta tirk li gundê Sêmalka yê Mabata 7 sivîl revandin, di nava wan 3’ê birayê hevin. Her wiha bi sedan welatiyên Îdlibê di çarçoveya guhartina demografîk de li Efrînê hatine bicihkirin. 

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Sultan Murad yên deweleta tirk li gundê Sêmalka yê Navçeya Mabat de 7 kes girtin, di nava wan de 3’ê birayê hev in.

Navê kesên hatine girtin wiha ne:

Ismet Mistefa Mihemed

Mihemed Ibrahîm Mistefa

Ibrahîm Mistefa Mihemed

Mihemed Mistefa Mihemed

Ednan Hemîd Mihemed

Mehmûd Hemîd Mihemed

Û Ehmed Hemîd Mihemed e

Guhertina demogariya Efrînê
600 malbatên Idlibî li Efrînê hatin bicihkirin

Li aliyekî din siyaseta guhartina demografîk didome, li Efrînê 600 malbatên nû li bajêr û gundewarên wê hatine bi cihkirin.

Malbat li van gundan hatine bicihkirin.

Gundê Kefîra 14 malbat
Gundê Iskan 48 malbat
Gundê Tirinde 46 malbat
Gundê Gurzîle 70 malbat
Gundê kefer Zîte 12 malbat
Gundê Birc Heyder 11 malbat
Gundê kefer Beter 21 malbat
Gundê Kefer Dil 66 malbat
Gundê Cûqê 12 malbat
Gundê Eyîn Dara 97 malbat
Gundê Bsûta 46 malbat
Gundê Mirata 33 malbat
Gundê Estîr 11 malbat
Gundê Kefer Şîlê 21 malbat
Gundê Til Tewîl 19 malbat
Gundê Fafirtîn 95 malbat
Hola Zagrozê 50 malbat

Back to top button