Li Tehranê ji bo Qasim Suleymanî merasîmek pêk hat

Ji bo Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî ku ji aliyê Emerîkayê ve hate kuştin, li paytexta Îranê Tehranê bi tevlîbûna deh hezaran kesan merasîm hat li dar xistin.

Ji bo Fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî îro jî li paytexta Îranê Tehranê merasîma cenazeyê hat lidarxistin.

Tevî Serokkomarê Îranê Ruhanî û serokê olî yê Îranê Xamaney û rayedarên payabilind ê rejîma Îranê bi deh hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn.

Televîzyona dewletê ev weke raperîna herî mezin a li Tehranê binav kir.

Keça Qasim Silêmanî di merasîmê de axivî û anî ziman ku kuştina bawê wê ji bo Emerîkayê wê rojên tarî bîne.

Îsmaîl Kaanî ku li şûna Silêmanî hatiye erkdar kirin jî anî ziman ku ew ê li ser rêya Silêmanî bimeşe û got; “Armanca me derxistina DYE’yê ji herêmê ye.”

Tê payîn piştî merasîma li Tehranê cenazeyê Qasim Silêmanî li Kirmanê, li cihê ku jê dayîk buye bê veşartin.

Leave a Reply

Back to top button