Efrîn..Çete ji bo talana şûnwaran dikanên navçeya şiyê dirûxînin

Li Efrînê bi hevkariya çeteyan û dewleta Tirk talana cihên dîrokî dewam dike. Ji bo talan û lêgerîna şûnwarên Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker dikanên şêniyên navçeya Şiyê dirûxînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Silêman Şah li navçeya Şiyê ji bo lêgerîn û talana şûnwaran dikanên sivîlan dirûxînin.

17’ê Kanûna borî jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Hemzat li gundê Çoqe yê li gundewarê Efrînê dest bi lêgerîn û talana şûnwarên gund kiribû.

Hat diyarkirin ku bi hevkariya dewleta Tirk li herêma Mezarê Şêx Cemal El-Dîn dizîya şûnwaran berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button