Pêngava komkirina îmzeyan li Minbicê dest pêkir

Di çarçoveya rêze çalakiyên pêngava komkirina îmzeyan de ku ji aliyê Însiyatîfa Gel a Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin, îro Meclîsa Xeta Rojava a Minbicê jî tevlêbûna xwe ya pêngavê re ragihand.

Di vê çarçoveyê de Rêveberê Nûnertiya koçberên Efrîn a Minbicê Ebdul Henan Hisên diyarkir ku armanca pêngava komkirina îmzeyan azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ewlekirina tenduristiya wî ye ku ev 3 salin di bin tecrîdeke giran de ye.

Ji aliyê xwe ve endamê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Apo li Minbicê Mihemed Husam El-Şewax jî diyar kir ku ewê heya pêkanîna azadiya Rêber Apo di nava hawildanan de bin û da zanîn ku şêniyên kantona Minbicê ji bo azadiya Rêber Apo pêngava komkirina îmzeyan dan destpêkirin û ev îmze wê ji Yekîtiya Ewropayê re bên şandin.

Her wiha destnîşan kir ku gelê Minbicê ji çar aliyên cîhanê dixwazin ku erka xwe ya mirovahî ji bo rêberekî ku fikr û têkoşîna xwe ji bo vî gelî ava kiriye bi cih bînin.

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Back to top button