HPG: Em destûr nadin dewleta Tirk Başûr dagir bike

Li dijî komkujî û hovîtiya dewleta tirk a dagirker ya li ser xaka başûrê Kurdistanê HPG’ê careke din soza tolhildanê da.

HPG’ê bi daxuyaniyekê soz da gelê başûrê Kurdistanê ku wê tola şehîdan rake. Hema piştî vê daxuyaniyê demek kin, vê carê HPG’ê daxuyaniyek nû da.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayan de, derb li du helîkopteran hatiye xistin û 22 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan daxuyaniyek da.

HPG’ê destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê bide ber xwe û wiha got:

Gelek caran bi zanebûn û bi plan herêmên ku gel lê ye dike hedef.

Ev hişmendiya faşîst mirovên me qetil dike.

Êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên ku bi sedan sivîl lê dijîn, planên wan ên gemarî û rûyê wan ê rastîn ê komkuj careke din nîşan daye.

Ev êrîş bi eşkere nîşan dide ku ne tenê tevgereke dagirkerina tenê Heftenînê ye.

Bi vê yekê re dixwaze xakên Başûrê Kurdistanê bike bin mêtingeriya xwe û dagir bike.

HPG’ê da zanîn ku ew ê destûr nedin dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha got:

Em hêzên fedayî yên PKK’ê HPG’ê, em ê destûrê nedin ku dewleta Tirk a faşîst Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Hêzên me di serî de li Heftanînê li gelek qadan wê şerekî stratejîk bikin.

Di pêvajoya şer de, ku wê pir giran be, gerîla wê berxwedaniyeke dîrokî bike, derbên dîrokî li dagirkeran bide û wê serfiraziyeke dîrokî bi xwe re bîne.”

HPG’ê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk a bi navê ”ez li dijî PKK’ê operasyonê dikim”, dengê xwe bilind bike û têkoşînê geş bike.

HPG’ê dawiyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê da.

HPG: Derb li du helîkopteran hat xistin û 22 leşker hatin kuştin

Hema piştî vê daxuyaniyê HPG’ê têkildarî çalakiyên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên wan yên bi bandor de, li Heftenînê derb li du helîkopteran hatiye xistin û 22 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.

Back to top button