Li dijî sûcên Tirkiyê li NY gilî hat kirin

Li dijî êrîş, dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, Endamê lijneya asayîş û parastinê yê li parlamentoya Iraqê Katîe Rîkabî ragihand ku wan li NY’ê gilî kirine..

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ku çavên xwe ji van êrîşan û komkujiyan re digre, ji bo pêşiya vê yekê bigre, serdana Bexdayê kir.

Endamê lijneya asayîş û parastinê yê li parlamentoya Iraqê Katîe Rîkabî li ser dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rîkabî da zanîn ku lijneya wan duh li Neteweyên Yekbûyî li dijî dijminkariya dewleta Tirk, gilî kirine.

Rîkabî wiha got;

“Lijneya me bang li Hikumeta Kazimî kiriye ku daxwaz ji Tirkiyê bike da ku xwe ji derbaskirina sînor û bikaranîna hêzê ya li Iraqê bide paş.”

Rîkabî da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser Iraqê binpêkirina qanûnên navnetewîye û li berçav negirtina mafê cîrantiyê ye.

Rîkabî diyar kir ku ti hincetek nîne leşkerên Tirk êrîşî xaka Iraqê bikin û got;

“Balyozê Tirk dema ji bo Wezareta Karên Derve ya Iraqê hate vexwendin, daxwaza lêborînê nekir û ti hincetek jî nîşan neda. Ev jî tê wateya wê êrîş dewam bikin.”

Nêçîrvan Barzanî çû serdana Bexdayê

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ku êrîş li ser axa wê tê kirin, çavên xwe ji van êrîş û komkujiyan re digre.

Diyar e ew giliyê hatiye kirin, ne li gorî daxwaza Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û ji bo wê jî îro ji bo ku li gel rayedarên Iraqê bicive, serdana Bexdayê kir.

Her çiqasî di medyayê de tê gotin ku sedema serdanê, guftogoya li ser mûçe û pirsgirêkên di navbera Herêma Başûrê Kurdistan û Bexdayê de ne, lê belê diyar e ku çavgirtina ji êrîşên dewleta Tirk re, mijara sereke ya serdanê ye.

Back to top button