Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku di êrîşên Amerîka û Îngilîstanê de li bajarê Taîzê yê başûrê rojavayê welêt ji heman malbatê kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Di nûçeya televizyona El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan de wiha hat gotin:
“Di encama bombebarana balafirên şer ên Amerîka û Îngilîstanê de herêma Şamir a li navçeya Makbene ya Taîzê de sivîlek ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.”
Hûsiyan ragihand ku di êrîşên Amerîka û Îngilîstanê yên di 12’ê Çileyê de pêk hatin de cara ewil sivîlek jiyana xwe ji dest da.
Koma yemenî duh ragihand ku wan 22 êrîş li bajarên Sana, Heca û Taizê yên Amerîka û Brîtanyayê kirine armanc.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê-Pentagonê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand, balafirên şer yên Amerîka û Îngilistanê li dijî 18 deverên Husiyên li Yemenê êriş pêk anîne.
Wezaretê eşkere kir di operasyona roja şemiyê de li depo, balafirên bê mirov, pergalên parastina ezmanî, radar û helîkopterekê hatine xistin.