Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li Muxatab digere” derket

Rojnameya Xwebûn di hejmara xwe yê 219’an de cih da gelek mijarên di rojevê de cih digirin.
Rojnamayê hevdîtin bi parêzerê Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez re kir û pêvajoya aştiyê ku 28’ê Sibata 2015’an de pêk dihat axivîn.
Li aliyê din rojnameya Filelfteros derbarê Rêber Apo de gotarek parve kir. Nivîskarê rojnameyê Alekos Mihalidis di gotarê xwe de cîh da nêrîn û nirxandinên Rêber Apo.

Rojnameya Xwebûn hejmara xwe ya 219’an weşand.

Rojnameyê parêzerê Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez re hevdîtin kir

Parêzer Bîlmez ji rojnameyê re li ser Peymana Dolmahbahçe yê 28’ê Sibata 2015’an axivî.

Li aliyê din rojnameya Xwebûn di manşetê xwe de çavdêriyên Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ya li ser Meşa Azadiyê derxist pêş.

Alekos Mihalidis: Abdullah Ocalan “Rêberê Gerdûnî ye”

Her wiha rojnameya Filelfteros derbarê Rêber Apo de gotarek parve kir.

Nivîkarê rojnameya Filelfteros Alekos Mihalidis di gotarê xwe de Rêber Apo weke ‘Rêberê Gerdûnî’ pênase kir.

Mihalidis wiha behsa Rêber Apo kir:

“Gelê Kurd rêberê xwe yê li Tirkiyê tecrîdkirî ye û xwedî berhemên ku bi 25 zimanan hatiye wergerand, veguherand şoreşgerekî girîng.

Çend roj beriya rojbûna 75’an û dîlgirtina 25 salan a li Girtîgeha Îmraliyê cih didim yek ji nivîsên vî kesayetê mezin.”

Nirxandinên Rêber Apo li ser pergala kapîtalîzmê

Di gotarê de Mihalidis wiha cîh da nirxandinên Rêber Apo ya li ser pergala kapîtalîzmê:

“Serdema bazirganiyê bi şerê mezin ê talan û mêtingeriyê hatibû meşandin.

Fînans kapîtal jî bi civakê hemû civak veguherandibû şerê desthilatdariyê.

Şensê sîstemê bi giranî bi pêşketinên li herêmê ve hatibû girêdan.

Ji ber vê yekê jî ji ber şert û mercên xwe yên xweser ya ku diqewimî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû.”

Back to top button