Evînar Dêrik: Armanca me ji vê operasyonê têkbirina hişmendiya DAIŞ’ê ye

Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik, ji televizyona me axivî û diyar kir ku hîna hişmendiya DAIŞ’ê li Kampa Holê xurte. Ji lewra hêzên wan ên herî pispor beşdarî vê operasyonê bûne.

Endamên Asayîşê, QSD’ê; YPG û YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê û ji bo parastina sivîlan li kampa Holê “operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand û heta niha 9 kes girtine, yek ji wan çeteyekî bi navê Ebû Seed El-Iraqî ku endamên DAIŞ’ê kom dikirin heye.

Di roja duyemîn a operasyonê de, tuneleke veşartî di nava kampê de hate dîtin.

Li gel tunelê, gelek gumanbarên ku bi çeteyan re têkiliyên wan hene jî, hatin binçavkirin.

Tevî van, cilên leşkerî yên ji aliyê çeteyan ve hatine veşartin û gelek laptop û telefon jî hatin dîtin.

Derbarê mijarê de, Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik ji Ronahî re axivî.

Evînar Dêrik da zanîn ku armanca wan ji destpêkirina vê Operasyonê ew e ku xeteriya hişmendiya DAIŞ’ê li kampê têk bibin û ewlehiyê belavbikin.

Her wiha Evînar teqez kir ku xeteriya DAIŞ’ê ne tenê li ser kampa holê heye, lê li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

Evînar Dêrik: Şervanên YPJ’ê pêşengiyê ji vê operasyonê dikin

Endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê destnîşan kir ku YPJ’ê pêşengîtî ji vê Operasyonê kir da ku jin û zarokên DAIŞ’î ji vê hişmendiya hov xilsa bikin.

47 bûyerên kuştinê li kampê rû dane

Piştî rizgarkirina Baxozê beriya 2 salan ji hêla QSD’ê ve, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan xwe radest kirin.

Piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê, ji serê salê de 47 bûyerên kuştinê li Kampê rû dane û kontrolkirina Kampê gelekî zehmet e.

Back to top button