Bi hezaran ji Kurdên Lubnanê Newroz pîroz kir

Kurdên li Lubnanê îro cejna Newrozê bi beşdariyeke mezin pîroz kir.

Bi durişmeya Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin, partiya yekîtiya demokratîk PYD û kongreya star şahiya Newrozê li paytexta Lubnanê Beyrûtê li dar xist.

Di şahiyê de parlementera Lubnanî Pola Yaqûban axivî û cejna Newrozê di serî de li gelê Kurd û herêmê pîroz kir û diyar kir ku ti ferq û cudahî di navbera gelên herêmê de nîne.

Her wiha gelek peyamên pîrozbahiyê yên ji aliyên cuda ve hatibûn şandin jî hatin xwendin ji wan partiya Şiyohî ya Libnanî

Piştre ji aliyê fraksiyona Newroz û jînê ve daxuyanî hat dayîn.

Şahî ji aliyê hunermendên rojava û komên govendê ve bi dawî bû.

Back to top button