Saziya Mait: Tirkiye bi tecrîdê peymanên mafên mirovan binpê dike

​​​​​​Pisporê Karûbarên Tirkî û Sûriyê yê Saziya Mait, lêkolîner Mihemed El-Muxtar eşkere kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji dema hatiye girtin, pîvanên naveteweyî yên dadgehkirina adil li ser wî pêk nehatine.

Mihemed El-Muxtar tekez kir ku saziya Mait sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, dişopîne.

El-Muxtar destnîşan kir ku pêngavên li dijî Kurdan li vê astê nesekinîne û bi bîr xist ku berî niha hikûmeta Tirkiyê zêdeyî milyonek Kurd bi darê zorê ji Bakurê Kurdistanê derxist û sala 1984’an bêhtirî 3 hezar gundên Kurdan ji wan vala kirin.

​​​​​​Pisporê Karûbarên Tirkî û Sûriyê yê Saziya Mait da zanîn ku ev yek madeya 9’emîn a peymana cîhanî ya mafên mirovan, binpê dike.

Back to top button