”Bajarê Sirtê ji bo civîna dayîna baweriyê amade ye”

Komîteya leşkerî ya Lîbî ragihand ku bajarê Sirtê, amade ye civîna Parlamenê ya dayîna baweriyê bo hikumeta nû, pêşwazî bike.

Komîteyê ev yek bi daxuyaniyekê, li ser banga serokê Parlamenê Uqeyle Salih, ku daxwaza pêkanîna civîneke fermî li bajarê Sirtê kiribû, ragihand.

Di daxuyaniyê de, hemû endamên Komîteya leşkerî ku 5 ji wan ji Artêşa Niştimanî û 5 jî ji Wîfaqê ne, teqez kir ku Sirt niha ji bo pêkanîna civînê ewle ye.

Tê zanîn, Uqeyle Salih roja 8’ê Adarê ji bo lidarxistina civînê destnîşan kiriye û banga beşdariyê li hemû parlamenteran kiriye.

Back to top button