Çalakiyên ji bo piştgiriya pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo zêde dibin.
Li Hesekê, Şehba û Tebqa bi çalakiyên cûda tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin û daxwaza azadiya wî hte kirin.
Bi heman armancê Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Panelek li darxist.
Panel li hola çand û huner ya li navçeya Fafînê hate li darxistin.
Nûnerên partiyên Siyasî û Rêxistinan jî beşdarî panelê bûn.
Di panelê de mijarên li ser Rola jin û civakê ya di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de hatin niqaşkirin.
Beşdarên panelê diyar kirin ku bi Rêber APO jin ji mirin û bindestiyê rizgar bûn.
Beşdaran di dawiyê de teqez kirin ku ewê çalakiyên xwe heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber APO dewam bikin.
Rewşenbîrên Tebqayê sûcên dewleta Tirk û tecrîd şermezar kirin
Li Tebqayê jî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê hate şermzarkirin.
Hunermend û rewşenbîrên Tebqayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelê Sûriyê şermezar kirin.
Her wiha bang li her kesî kirin ku li hember van sûcan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.