
Di 15’ê vê mehê balafireke dewleta Tirk a dagirker li Minbicê erebeyek şervanê YPJ’ê bombebaran kir.
Di encamê de 3 şervanên şehîd bûn.
Şevê din Şervanên Meclisa Minbicê li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin û tola hevlên xwe hilanîn.
Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin şevê din şervanên Meclisa Minbicê ya leşkerî ji bo Tolhildana şehîdên Minbicê Fermandar Şervîn û hevêyên wê Canda û Nûcan çalakiyek li dar xistin.
Hat diyar kirin şervanan li herêma di navbera gundê Til Elî û El-Sehîb yê Minbicê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiya serdegirtinê li dar xistin.
Di encamê de, 5 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
3 çeper, 2 wesayît û gelek çek hatin rûxandin.
Şervanên Meclisa Minbicê ya Leşkerî li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin û tola hevlên xwe hilanîn.
Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. pic.twitter.com/1nRieSqgB8
— Ronahi tv (@tvronahi) September 21, 2023