Şêniyên Şehba cenazeyê şehîd Avaşîn Zinar oxir kirin

Bi sedan şêneyên Şehba cenazeyê şehîd Avaşîn zinar li goristana şehîdan oxir kirin.
Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî cenazeyê şehîd Rifet Elî li goristana şehîdan ya li bajarê Helebê bi merasîmekê oxir kirin.

Bi sedan şêniyên Şehba bi merasîmekî cenazeyê Şehîd Avaşîn Zinar li goristana şehîdanên berxwedana serdemê ya li navçeya Ehrezê oxir kirin.

Şehîd Avaşîn dema li ser erka xwe bû li Şedadê ya herêma Cizîrê di encama qezayekê de gihîşt asta şihadetê.

Di merasîmê de kesên ku axivîn behsa rol, berxwedan û tekoşîna şehîdan li dijî dagirkerî û terorê hate kirin.

Paşê wesîqeya Şihadetê hat xwendin û diyarî malbeta Şehîd hat kirin.

Dawiyê de girseya gel cenazeyê Şehîd di nava tilîliyan de sipartin axê.

Li Helebê şehîd Rifet Elî bi merasîmekê hate oxirkirin

Her wiha şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî cenazeyê şehîd Rifet Elî li goristana şehîdan ya li bajarê Helebê bi merasîmekê oxir kirin.

Şervanê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Rif’et Elî bi nas nav Serbest Heleb di 11’ê Mijdarê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Her wiha gelek cangoriyên azadiyê jî hatin bibîranîn.

Kesên ku axivî sersaxî ji malbatên şehîdan xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Paşê wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button