Şêniyên Hesekê: Qutkirina avê sûcekî şer li dijî mirovahiyê ye
May 7, 2021
69
Ava stasyona elok li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hatiye birrîn. Şêniyên Hesekê nerazîbûn nîşanî birrîna avê dan û diyar kirin dewleta Tirk vê yekê jî weke rêbazekî êrîşan dike û bang li saziyên pêwendîdar yên navnetewî kirin ku di vê mijarê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.