Şêx Fehed El Şelaş li hember êrişên dewleta Tirk piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir.
Şêxê eşîra Benî Seîd a Minbicê Şêx Fehed El Şelaş drbarê êrişên Tirkiyê ji ANHA’yê re axivî.
Fehed anî ziman ku êrişên hovane yên Tirkiyê li dijî exlaq û nirxên mirovî ne û hemû sînor derbas kirine.
Her wiha diyar kir ku armanca êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û koçberkirina xelkê wê ye.
Fehed El Şelaş piştrast kir ku li hember êrişan ew ê li kêleka QSD’ê bin û parastina xakê bikin.
Şêx Fehed bang li NY kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bîne.