Amerîka: Em amade ne cezayên li ser Îranê rakin

Hemdemî giftûgoyên Viyanayê yên der barê peymana nuklerî de, Amerîkayê ragihand ku ew amade ne cezayan ji ser Îranê rakin.

Berdevkê Wezareta Derve ya DYA Ned Price da xuyakirin ku ew bo vegera li peymana nuklerî amade ne ku gavên pêwîst biavêjin.

Ned Price got:

“Em amade ne cezayên li ser Îranê yên ne girêdayî peymana nuklerî rakin, lê ev yek di şev û rojekê de pêk nayê.”

Senatorê komarparêz Tom Cotton li ser vê yekê anî ziman ku rakirina cezayan, bi siyaseta Tehranê ya terorî re nagunce.

Hin endamên Senatoyê jî, Joe Biden ji vegera li peymana nuklerî hişyar dikin û derketina li hember vê gava ku weke “şermok” bi nav dikin, tînin ziman.

Back to top button