Hovîtî û zilma dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ya li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêdetir dibe.
Dagirkeran zarokê bi navê Nûrî Cinêd yê 13 salî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand û êşkence lê kirin.
Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomin.
Malpera Çalakvanên Efrînê, ragihand ku çeteyan zarokê bi navê Nûrî Cinêd ê 13 salî ji navçeya Cindirêsê revand.
Malperê da zanîn ku çeteyan bi tewanên nerast Nûrî revand û êşkence kir, piştî ku malbatê 200 hezar fidye da ew berdan.
Her wiha çeteyan bira û pismamê Nûrî jî revandin, her yek ji wan li beramberî 300 Lîreyê Tirk hatin berdan.