HPG: Li Bazîdê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
Di encama çalakiyên gerîlayan de li Agiriyê Bazîdê 8 leşker hatin kuştin û li Çelê ya Colemêrgê jî 2 çeper tevî leşkerên di navê de hatin rûxandin.

Li bakurê Kurdistanê artêşa Tirk ya dagirker ji ber çalakiyên gerîla windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirkeran daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt kirin.

28’ê Tebaxê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li qadeke navbera qereqolên Serêkaniyê û Girberanayê, yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker ku kemîn danîbû, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin. 29’ê Tebaxê yekîneya dijmin bi piştgiriya balafirên keşfê kete nava liv û tevgerê. Hêzên me ji cihekî ku bi 5 metreyan nêz bû, derbên giran li yekîneya dijmin xistin. Dagirkerên ku gelek kuştiyên wan çêbûn, di nava tirsê de ji herêmê reviyan.

Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşkerên dagirker hatin kuştin ku yek ji wan payebilind bû.

Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û şewata ku ji ber bombebaranê derket hîn jî dewam dike.

Ev operasyon 29’ê Tebaxê bi desteka balafirên keşfê ji herêmê vekişiya. Artêşa Tirk a dagirker hîn jî li herêmê kemînan datîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medya xwe ya şerê taybet, nûçeyên derewîn derbas kir ku tê de îdîa kir tenê 2 kuştiyên wan di vî şerî de hene û hejmara rastî ji raya giştî veşart.

HPG: Li Çelê kozîkek û tevî leşkerên di navê de hatin rûxandin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 28’ê Tebaxê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li kozikên artêşa Tirk a dagirker yê li ser Tepê Girê xistin. Di vê çalakiyê de 2 kozikên dijmin tevî leşkerên dagirker ên tê de hatin îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir, 29’ê Tebaxê danê nîvro artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawana qadên Mawata, Dirê û Geliyê Basya yên herêma Avaşînê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de şewat li qadê derket û hîn jî dewam dike.

HPG’ê nasnameya gerîlaya bi navê Şîlan Koçer ku 18’ê Tebaxê li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîla Şîlan û gelê Kurdistanê re xwest.

Back to top button