Li Çînê ji ber vê virusa korona 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Çînê vîroseka bi navê Korona ku nîşaneya vê Virusê heraret û kuxikê zêde û nexweşiya cîger e derketiye holê.
Heta niha ji ber vê vîrosê 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Yekem car ev vîrosa bi navê Korona, di Kanuna 2019’an de li bajarê  Wuhan a Çînê derket û heta niha 4 kesan ji ber vê virosê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya tenduristiyê a Wuhanê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesê 4’an ê bi vê virosê jiyana xwe ji destdayî ew jî ji Wohanê ye û 89 salî ye .

Her wiha komîteyê ragihand ku 15 karmendên tenduristiyê jî bi vê virosê ketine û rewşa yekî ji wan giran e. .

Virosa bi navê Korona, destpêkê li bajarê Wuhan derket û paşê jî li bajarê din mîna Pekin û Şenghayê jî belev bû.

Ev viros tenê li Çînê sînordar nema, ji wir derbasî Koreya Başûr, Tayland û Japonya jî bû .

Herî dawî hat ragihandin ku viros derbasî Awisturya jî bûye .

Televziyona fermî ya Çînê eşkere kir ku heta êvara Duşemê 217 kes bi vê virosê ketibûn, ji wan 198 li bajarê Wuhan bûn.

Herî dawî hat eşkerekirin ku ev viros ne wek dihat gotin tenê ji lawiran tê mirovan.

Hat gotin, ji mirovan bixwe jî vedigire û ev yek jî gelek metirsiyan derdixîne.

Leave a Reply

Back to top button