Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd Ebid: Dewleta Tirk planên guhertina demografiyê didomîne

​​​​​​Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Ebid diyar kir ku divê dewletên Ereban û hêzên garantor li dijî polîtîkayên Erdogan ên gûhertina demografîk bê deng nemînin û bi erkê xwe rabin.

Erdogan beriya niha li xwe mukir hat û ragihand ku wan dest bi avakirina “avahiyan” li Girê Spî û Serê Kaniyê kiriye û wê bi hezaran kesî li wir bi cih bikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Abid derbarê mijarê de diyar kir ku, Erdogan ji bo gûhertina demografîk û pêkanîna planên xwe yê dagirkeriyê siyaset qirêj dide meşandin.

Hemîd Abid ragihand ku çeteyên dewleta tirk bi hezaran malbatên çeteyên xwe anîne Girê Spî û navê gelek kolan û dibistanan kirine bi zimanê tirkî.

Ebid di nava nirxandina xwe de bêdengiya navdewletî û welatên Ereban a li hemberî guhartina demografîk şermezar kir û bang li her du aliyan kir ku sînorekî ji dagirkeriya dewleta tirk re deyînin,

Leave a Reply

Back to top button