Zextên AKP’ê li ser girtiyan mercên girtîgehê, nexweşiya girtiyan girantir dikin

Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên dewleta tirk roj bi roj giran dibe.
Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê Parêzer Gulan Çagin Kalelî ragihand ku hejmara girtiyên nexweş di girtîgehên dewleta tirk de gihîştiye hezar û 334 kes in û rewşa 458 ji wan giran e.

Parêzer Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan her roj giran dibe.

Gulan Çagin ragihand ku wan ji bo rewestandina cezayên li ser girtiyan wan serlêdan kiriye lê daxwaza wan hatine astengkirin.

Parêzer Gulan Çagin ragihand ku hin girtî hene beriya ku bikevin girtîgehê rewşa wan ya tenduristiye ne baş bû û piştî ketin girtîgehê rewşa wan girantir bû.

Û hin girtiî hene rewşa wan baş bû, lê ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wan girantir bû.

Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqê ya ji bo Azadiyê Parêzer Gulan Çagin Kalelî

ragihand ku pirsgirêka girtiyên nexweş mijarek tenduristî, hiqûqî û polîtîk e, divê hikumeta AKP’ê gavên cidî bavêje.

Leave a Reply

Back to top button