Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê: Sedî 15 sebze, fêkî, xureka dewleta Tirk ya ku difroşe derve bi jehriye

Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Grênpeac diyar kir ku sebze, fêkî û xwereka ku dewleta Tirk difroşe derve sedî 15 ji wan madeya kîmyewî heye û berhemên bi jehrî ne.

Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Grênpeac’ê têkildarî sebze, fêkî û xwerekên ku ji dewleta Tirkiy tên, raporek eşkere kir.

Endazyarê Xwerek yê Rêxistina Grênpeace ya Behra Spî Bûlent Şik diayar kir ku wan li ser sebze, firing, xiyar û îsotê li bazarên Tirkiyê yên derve tê firotin lêkolînek kiriye.

Bûlent Şik diayr kir ku, di 90 cûreyên sebzeyên li Tirkiyê de madeyên kîmyawî yên qedexekirî û di 46’an de jî bandorên nebaş yên madeyên kîmyayî û hormonî hatiye tespîtkirin

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku sebzeyên ne di demsala xwe de çêdibin de madeyên kîmyawî zêdetirin.

Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Grênpeac diyar kir ku ev rapor di meha tebaxê de hatiye amadekirin.

Gelek caran Rusya fêkî, sebze û xwerekên dewleta Tirk yên bi jehrî lê vegerandiye, lê dewleta Tirk bê ku wan îmha bike yekser dişîne Başûrê Kurdistanê.

Leave a Reply

Back to top button