Ferîda El-Sedûn: Stasyona avê ya El-Elwa bi dawî bû

Gerînendetiya Avê ya Giştî ya Hesekê xebatên amadekirina stasyona avê ya El-Elwa li başûrê Şedadê bi dawî kir.

Rêvebera Stasyona El-Elwa Ferîda El-Sedûn diyar kir, stasyon bi ‎tevahî hazir e û tenê çend gav mane da ku ‎avê ji stasyona Siwer a gundewarên ‎bakurê Dêra Zorê berdin. Ew jî piştî xebatên ‎amadebûna stasyona 47’an bi dawî bibe.‎

Ferîda El-Sedûn destnîşan kir ku ‎ew ê destpêkê kişandina avê tecrube bikin, paşê ji Stasyona El-Elwayê bişînin depoyên avê yên stasyona 47 û ji wir bikişînin stasyona Ezîziyê ya li bajarê Hesekê.

Li gorî Rêvebera Stasyona El-Elwa, xetên şikestî yên kevn ên di navbera Stasyona Siwer û Stasyona El-Elwe de dereng hatin keşifkirin û wê di nava 2 rojên bê de bi dawî bibin.

Back to top button