Parastina Rûsî: Me taqîkirina amadebûna şer bi dawî kir

Aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ber bi arambûnê ve diçe. Parastina Rûsî bidawîkirna taqîkirina amadebûna şer ragihand û dê leşkeran vegerîne cihên wan. Serokê Rûsî Putin jî li ser banga hempîşeyê xwe yê Ukraynayî Zelensky got ku, ew amade ye wî li Moskovayê bibîne.

Tengejeyên di navbera Kîev û Moskovayê de rûdayî, hema hema demkî ber bi dawî ve diçin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu bidawîkirina taqîkirina amadebûna şer a li herêmên bakurî û rojavayî ragihand û ferman da leşkeran ku vegerin baregehên xwe.

Parastina Rûsî: Em amade ne bersivê bidin her geşedaneke nêzî sînorê kirimê

Sergey Shoigu da xuyakirin ku, çalakiyên leşkerî yên NATO’yên nêzî sînorê Rûsyayê yê başûrî zêde dibin û got ku Moskova amade ye bersivê bide her geşedana nêzî sînorê nîvgirava Kirimê.

Shoigu da zanîn ku, yekîneyên artêşê, dê 1 Gulanê vegerin nuqteyên xwe bê ku ti bûyer rû bidin.

Ukrayna: Rêkara Rûsyayê ya kêmkirina leşkeran tengejeyan kêm dike

Li ser vê yekê, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky destpêşxeriyên agirbestê pêşwazî kir û got:

“Kêmkirina Rûsyayê bo jimara hêza li ser sînorên me tengejeyan kêm dike. Ukrayna her di amadebaşiyê de ye, lê her gaveke aramkirina rewşa li Donbasê pêşwazî dikin.”

Putin: Em amade ne li Moskovayê pêşwaziya serokê Ukraynayê bikin

Ji aliyê xwe ve Serokê Rûsî Vladimir Putin di dema civîna digel Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko de, li ser pêşniyara hempîşeyên xwe yê Ukraynayî ya daxwazîya hevdîtinê anî ziman ku,

“Em amade ne li Moskovayê kengî be pêşwazîiya Zelensky bikin eger bixwaze têkiliyan vegerîne. Her wiha divê Zelensky der barê rewşa Donbasê de digel serokê komara Donetsk û Luganskê gutûgoyê bike.”

Waşington: Em ê ji nêz ve rewşê bişopînin

Piştî ragihandina Rûsyayê ya kişandina leşkeran, Amerîka destnîşan kir ew ê ji nêz ve rewşa li ser sînorê her du welatan bişopîne.

Fransa: Divê Rûsya li gorî peymanên Mînskê tev bigere

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî diyar kir ku, ew ne bawer e li gel Rûsyayê daxwaziyeke pêkanîna karekî leşkerî dijî Ukraynayê hebe..

Jean-Yves Le Drian di çarçoveya misogeriya yekbûna xaka Ukraynayê de, bang li Moskovayê kir ku, li gorî giyanê pîvanên lihevkirinên Mînskê tev bigere.

Tevî rêkara Rûsî ya kêmkirin an jî kişandina leşkeran û vegerandina wan ji sînorên Ukraynayê bo baregehên wan, egera vegera tengejeyên hê li dar e û rewş bi temamî hê sayî nebûye.

Back to top button