Li Yemenê, di şerê navbera “Hûsî” û artêşa welat de, 50 “çekdarên Hûsî” hatin kuştin.
Artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê ragihand ku 50 “çekdarên Hûsî”, di encama şerê di navbera wan ê li eniya rojavayê Me’ribê de, hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, topavêjên artêşa Yemenî her wiha 3 dewriyên û 3 maşîneyên “Hûsiyan” kirin armanc.
Li heman eniya navborî, 4 maşîne û 5 dewriyên wan ên din, ji aliyê Koalîsyona welatên Ereb hatin armanckirin.
Koalîsyona Erebî: 3 dronên Hûsiyan hatin bêbandorkirin
Li gorî Koalîsyonê, “Komên Hûsiyan” 3 dron ber bi herêma Başûrê Siûdiyê ve avêtin, lê ev yek ji aliyê wan ve hat bêbandorkirin.