Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk ji bo tola têkçûna li Hesekê hilîne, êriş dike

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê bertekên tûnd hatin nîşandan. Rêveberiya Xweser, PYD û meclisa malbatên şehîdan a Efrînê, êrîş şermezar kirin û bang li civaka navnetewî kirin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê têk çûn, dewleta Tirk li seranserê herêmê dest bi êrîşan kir.

Dewleta Tirk şevê din bi balafirên şer, bi dijwarî êrişî Mexmûr, Şengal û Dêrikê kir.

Li dijî van êrîşan li Bakur û rojhilatê Sûriyê, bertek hatin nîşandan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşan de, daxuyaniyek da.

Rêvberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku tola binkeftina li Hesekê hilîne, bi awayekî hemwext herêmên Şehba, Şengal, Kampa Mexmûrê û gundewarê Dêrikê bi balafiran kir hedef û got:

“Ji vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk ji binkeftina DAIŞ`ê li Hesekê ne razî ye û hewl dide ku ji bo vegera terorê zemînekê ava bike.”

Rêvberiya Xweser êrîş şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hemû saziyên hiqûqî kir ku rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigirin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rawestîne û wiha bi dawî kir:

“Em van êrişan qebûl nakin û em ê ji bo parastina destkeftiyên gel û şehîdên xwe bi vîneke xurt li ber xwe bidin.”

Malbatên Şehîdan ên Efrînê, êrişa dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker, şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirah a kantona Şehba hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin aramanca êrişên dewleta Tirk û kiryarên wê, tunekirina îradeya gelan û destkeftiyên wan ên li herêmê ye.

Meclisa malbatên şehîdan a Efrînê, bang li hêzên demokratîk, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin û berpirsên van êrîşan, darizînin.

PYD: Divê hêzên garantor helwestek zelal nîşan bidin

Mecilsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk, şermazar kir.

PYD’ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo binkeftina DAIŞ ya di pêngava Gurzê Gelan de binixumîne, êrişî gel kir û xwest ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

PYD’ê destnîşan kir ku dewleta tirk, dijminatî û qirkirina gelê kurd, wêrankirina binesaziya herêmê didomîne û bi xemsarî nêzî peymanên navneteweyî dibe.

PYD’ê êrîş û kirinên dewleta Tirk ên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîn weke sûcên şer bi nav kir û bang li civaka navnetewî û hêzên garantor kir ku helwestek zelal nîşan bidin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê, rawestînin.

Mecilsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di dawiyê de bang li gel jî kir ku li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, asta têkoşînê bilind bikin.

Back to top button