Erebîstana Siûdî wê bi nirxê 30 mîlyar dolar li Misirê berhman hilberîne

Welîehdê Erebîstana Siûdî Selman beriya serdana xwe ya Tirkiyeyê bi Serokê Misirê Sîsî re hevdîtin pêk anî.

Riyad soz wê berhemanîna wan ya navbera herdu welatan bigihîne 30 mîlyar dolarî da.

Mîrê Erebistana Siûdî Muhamed Bin Selman ku li Misirê re peywendiyên wî hebûn, beriya serdana xwe ya Tirkiyê li Qahîrê bû.

Muhamed li wir soz da ku bi milyaran dolar razemeniyê bike.

Wezîrê Darayî yê Erebistana Siûdî Mecîd Bin Abdullah el-Kasabî ragihand ku her du welatan 14 peymanên berhemanînê yên bi bihayê 7,7 milyar dolarî îmze kirine.

Hat ragihandin ku di nav peymanan de projeyên di warên binesazî, enerjiyên nûjen û pîşesaziya dermanan de hene ku piraniya wan sektora taybet e.

Di navbera operatora santrala elektrîkê ya Erebistana Siûdî Acwapower û şîrketa elektrîkê ya dewletê ya Misirê de peymanek 1,5 milyar dolarî hat îmzekirin ku tê de avakirina santrala bayê jî heye.

Riyad û Qahîre nêz dibin çav li serdana serokê DYA biden e

Di daxuyaniyeke ji aliyê ofîsa Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ve hatî dayîn de, hat destnîşankirin ku her du lîderan li ser çend mijaran şêwirîn.

Tevî peywendiyên girîng yên navbera herdu aliyan, serdana Serokê DYA Joe Biden ya meha bê bo herêmê pêk were jî hate nîqaşkirin.

Biden wê di çarçoveya gera xwe ya Rojhilata Navîn de, 13-16 Tîrmehê serdana Îsraîl, Şerîeya Rojava û Erebistana Siûdî bike.

Di serdana li Riyadê de, wê beşdarî lûtkeya ku Erebistana Siûdî mêvandariya welatên Konseya Hevkariya Kendavê û herwiha serokên Misir û Iraqê bike, bibe.

Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtina Selman-Sîsî hat dayîn de; hat diyarkirin ku Erebîstana Siûdî wê li Misirê ji bo berhemanînê 30 mîlyar dolarî xebatên xwe bi rê ve bibe.

Derbarê van xebatan jî agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Salman piştî ku ji Misirê çû Urdunê, piştî hevdîtina bi Qralê Urdinê Abdullah 2’emîn re berê xwe da Tirkiye.

Back to top button