Li Berlînê konferansek ji bo Rojava hat lidarxistin

Ji bo alîkariya tendirustî ya bi herêmê re Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê, konferansek lidar xist.

Konferans ji aliyê Dr. Sîmon Becker ve hat birêvebirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Omer bi rêya înternetê beşdarî konferansê bû û li ser girîngiya alîkariya mirovî bi ya bi herêmê re tekez kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rojava Dr. Ciwan Mistefa jî di konferansê de anî ziman ku di mijara tenduristiyê de li Rojava astengî hîn jî dewam dikin û got :

“Li hemberî metirsiya jiyanî ya li ser 6 milyon mirovên li herêmê, divê em sîstemeke nû ya tenduristiyê ava bikin.

Ne tenê şerê leşkerî tê kirin, em di heman demê de şerê tenduristiyê jî dikin.”

Ji Zanîngeha Rojava Abeer Hassaf li ser perwerdeya tipê ya li Rojava tekez kir divê piştgirî ji fakulteyên wan re bê dayin.”

Back to top button