Li Newroza Amedê di êrîşên polîsan ên li ser gel de, gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin. Li Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
Dewleta Tirk a dagirker xwe ji ber beşdarbûna bi heybeta a newroza Amedê ku piraniya wan ciwan bûn negirt û gelek kes binçavkir.
Dewleta Tirk a dagirker li Amedê di êrîşên ji sibehê heya danê êvarî dewam kirin de 150 jê zarok herî kêm 298 kes binçavkirin.
Piraniya kesên hatin binçavkirin zarokên 12 û 17 salîn e.
Hate ragihandin kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.
Hat zanîn ku ji ber li Midûryeta Polîsan a Şaxê Zarokan cîh tunebû, zarok li Navenda Koçberan tên girtin.
Malbatên wan li ber saziya navborî li benda zarokên xwe ne.