Li Kerkûk teqîn pêk hat

Li gundekî girêdayî Kerkûkê dema ku zarokan dilîstin bombeyek teqiya, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. 

Duh danê êvarî li gundê Edliye yê navçeya Yaycî ya Kerkûkê, dema ku zarokan ji xwere dilîst bombeyek teqiya.

Li gor agahiyên ku ewlehiya Kerkûkê ragihand, ku dema zarok dilîstin û agir pêxistin bombe bi wan ve teqiya.

DI TEQÎNÊ DE 2 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gorî heman çavkaniyê, di encama teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok jî birîndar bûn.

Piştî teqînê hêzên ewlehiyê çûn cihê teqînê û dest bi lêkolînê kirin.

Back to top button