Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya di peyama 4’ê Nîsanê de, got: “Em ê bi berxwedana azadiyê ya mezin ku Rêber Apo li Îmraliyê li dijî tecrîda giran raber dike, li dijî faşîzmê têkoşîna xwe geştir bikin.”
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya bi boneya roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û wiha got:
“Rêbertiya me gelê Kurd ji mirinê rizgar kir, têkoşîna azadiyê pêş xist, bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ji gelan re bû hêvî.
Em rojbûna Rêbertiya xwe bi berxwedanên mezin pêşwazî dikin.
Em dibêjin ku ev roja watedar, di serî de li Rêber Apo, gelê me û mirovahiyê hemûyê pîroz be.
Denîz Kaya di dewama daxuyaniyê de got:
Em girtiyên PKK û PAJK’ê bi pêngavên ‘Dem Dema Azadiyê’ û ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ rojbûna Rêbertiya xwe pêşwazî dikin.
Bi berxwedana mezin a azadiyê ya Rêber Apo re li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê hîn berfirehtir bikin û sala 2023’yan bikin sala azadiya Rêbertî.
Em girtiyên PKK û PAJK’ê rojbûna Rêbertiya xwe di serî de gelê xwe û li hemû mirovahiyê ku li ber xwe didin, pîroz dikin.