Serê Kaniyê…çeteyekî bombeyeke destan avêt.. Sivîlek hat birîndarkirin

Çeteyekî girêdayî Tirkiyê bombeyeke destan li Serê Kaniya dagirkirî, teqand. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Serê Kaniyê çeteyekî Tirkiyê bombeyek li nêzî malên sivîlan teqand û di encamê de, sivîlek ku li mala xwe bû, hat birîndakirin.

Çavdêriyê diyar kir ku ji 26’ê vê mehê ve, ji ber destdirêjiya çeteyan li jinekê, alozî di navbera wan de çêbûye û heta niha jî berdewam e.

Back to top button