Ebû Umer El-Idlibî: dewleta Tirk beşekî terorê li rojhilata navîn e

Li Idlibê şerek nediyar tê kirin. Carnan hêzên rejm û Rûsî êrîşên xwe gur dikin û carnan jî li ser daxwaza dewleta tirk didin rawestandin. Ji ber vê yekê jî rewşa li Idlibê û şerê li wir di nava palan û hesabên dewletên garantor yên Astanayê de dimeşe. Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî têkidarî vê yekê axivî û diyar kir ku piştî lidarxistina civîna sêalî ya li Enqerayê, wê şer li parêzgeha Idlibê gurtir bibe.

16’ê Îlonê li paytexta Tirkiyê Enqereyê, civîna sêalî ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê pêk hat.

Mijara sereke ya civînê nîqaşkirina girêbestên nû yên derbarê Sûriyê de bû.

Tevî îdîayên hersê dewletan ên li ser çareseriya aloziya Idlibê, lê hîn jî şer didome.

EBÛ UMER EL-IDLIBÎ: DEWLETA TIRK BEŞEKÎ TERORÊ LI ROJHILATA NAVÎN E

Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku ji destpêka aloziya sûrî, şerê berjewendiyan dewam e.

Ebû Umer El-Idlibî şerê li Idlibê ku ber bi rewşekî leşkerî ve diçe bi civîna sêalî girêda.

El-Idlibî diyar kir ku tişta herî bi zirar û dijwar, destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û hebûna AKP’ê ye û wiha got:

“AKP parçeyek ji tora partiyên Îxwan a ku li Rojhilatê Navîn mîna penceşêrekê belav bûye.

Lê divê di vir de rola Erdogan a vegerandina xewên desthilatiya Osmanî jî ji bîr nekin.

Alîgiriya komên çete û siyasî ji Tirkiyê ji ber vê yekê tê.

Ji lewra Idlib ji dewletên mezin re berjewendiyeke girîng e.

EBÛ UMER EL-IDLIBÎ: BICIHKIRINA KOÇBERAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ GUHERTINA DEMOGRAFÎK E

Fermandarê Hêzên El-Şîmal Demokratîk der barê bicih kirina koçberên Idlibê li bakur û rojhilatê Sûriyê ev tişt anî ziman:

“Ev ne çaresertiyê sûca dagirkirina Efrînê, koçberkirina şêniyên wê û guhartina demografîk a ku Rûsya û Tirkiyê pêk aniye radixe ber çavan.

Berjewendiyên Tirkiyê diyar in û dixwaze vê sûcê dîsa dûbare bike û di girêbesta Idlibê li beramber dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne.”

Leave a Reply

Back to top button